Malpera wergerandinê wergerine.com e. www.wergerine.com ku
di 2008’an de vebû, di demeke kin de gelek xebatên hêja
diyarî bikarhênerên komputerê kirin.
Komputergeriya kurdî ku pêşî bi bernameyên pîne yên kurdî
dest pê kir û dûre bi bernameyên Opera, Firefox,
OpenOffice.org û pergala Ubuntuyê bi pêş ket, bi vebûna
deriyên nûtir re roj bi roj bêtir ber bi cîhaneke kurdewar
ve diçe.
Bi pêşketina komputergeriya kurdî pergalên malpersaziyê
yên nivîsbariya azad jî yek bi yek li kurdî hatin
wergerandin û hejmara malperên kurdî jî li ser înternetê
zêde bû. Her çiqas piraniya malperên kurdî yên li ser
înternetê malperên nûçeyan bin jî, malperên ji bo zarokan û
malperên der barê wêje û hunerê de jî li ser tora ku dinyayê
dorpêç dike cihê xwe digirin.
Yek ji malperên ku tevli refa malperên heyî bûye, malpera
wergerandinê wergerine.com e. www.wergerine.com ku di
2008’an de vebû, di demeke kin de gelek xebatên hêja diyarî
bikarhênerên komputerê kirin.
Malpera wergerine.comê ligel wergerandina gotinên stranên
înglîzî û bernameyan, pergalên malpersaziyê yên wekî Joomla
1.5 û aMSN û binivîsên fîlmên înglîzî jî werdigerîne.
Wergerên ku niha di malperê de ji bo daxistinê amade ne ev
in: smf 11-5, Fîlmê [Rec], Smplayer, Joomla 1.5, Rêzefîlmê
LOST, Mtorrent, Fîlmê Braveheart, Vbulletin, Songbird, Fîlmê
Matrix. AMSN û gotinên gelek stranan.
|
Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn