|
Gulan 1, 2008
Guhertoya dawî ya Linuxa
Kurdî derket
Guhertoya dawî ya Ubuntu/Linuxê ku kurdî jî tê de bi
bi gelek zimanan tê weşandin, derket
Ji HAWAR DENGÛBAS
|
 |
| |
Amed – Li gorî daxuyaniya Koma PCKurdê guhertoya dawî ya
Ubuntu/Linuxê ku kurdî jî tê de bi bi gelek zimanan tê
weşandin, duh derket.
Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku Ubuntu
her şeş mehan carekê guhertoya xwe ya nû derdixe û
guhertoya nîsana 2008'an Ubuntu 8.04 duh di malpera
fermî a Ubuntuyê de ji bo daxistinê cihê xwe girt.
Tê daxuyandin ku Ubuntu yekemîn û tekane pergala xebatê
ya komputerê ye ku zimanê kurdî bi awayekî fermî tê de
cih digire. Daxuyanî bal dikişxîne ku Ubuntu ji ber ku
reşaneke Linuxê ye ji gelek hêlan ve ji pergalên din
bikêrhatîtir e û li ser xalên bingehîn ên felsefeya
Ubuntuyê yên wekî “Divê nivîsbarî belaş bin”, “Amûrên
nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan
bikêrhatî bin û her kes karibe bername û pergalên
komputerê bi zimanê ku dixwaze bi kar bîne.”, “Mirov
divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de
karibin azad bin.” disekine.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku bikarhênerên komputerê heta
niha ji ber ku Linux belaş bû û bêvîrus bû dihat
tercîhkirin û tê angaştin ku bikarhênerên ku Ubuntuyê bi
kar bînin û dê ji ber grafîk, anîmasyon û dîtbariya wê
dest bi bikaranîna Ubuntuyê bikin.
Her wiha di daxuyaniyê de qala xebatên Koma Pckurdê jî
tê kirin û tê diyarkirin ku Koma PCKurdê xebatên xwe bi
awayekî serbixwe dimeşîne û di nav rewşên herî teng de
xebatên herî girîng ji bo komputergeriya kurdî dike.
Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de xebatên
ku heta niha kirine wekî wergerandina pergal û
bernameyên wekî Ubuntu, Kubuntu, Xubuntu,
OpenOffice.org, Firefox, Pidgin, Konqueror, Kopete û
hwd. rêz dike û diyar dike ku her wiha ji bo kurdî wekî
F, Q û Alt-Q sê klavye çêkirine û di klavyeyan de ji bo
her tîpeke kurdî bişkojkek tê tikandin. Di daxuyaniyê de
tê diyarkirin ku ji bo bikarhênerên komputerê ên kurd
wekî karekî herî girîng pakêta rastnivîsa kurdî hatiye
amadekirin û dema ku bikarhênerek di geroka Ubuntuyê
Firefoxê de an jî di ofîsa wê Openoffice.orgê de
nivîsand, bername xweber rastnivîsa kurdî kontrol dike.
Dema ku peyveke çewt hate nivîsandin binê peyva çewt xêz
dike û hin peyvên din pêşniyarî bkarhêner dike.
Koma PCKurd di dawiya daxuyaniya xwe de girîngiya di her
qadê de bikaranîna kurdî bi bîr tîne û bang li her kesî
dike ji bo ku ev kar bi awayekî berfirehtir û çêtir
bidomin bi wan re têkevin têkiliyê û çi bi wergerandinê
çi jî bi bikaranîna van pergal û bernameyan ji wan re
bibin alîkar.
Malperên Koma PCKurdê yên ku hûn dikarin ji wan alîkarî
bistînin û alîkariyê bidin:
http://www.ubuntu-ku.org
http://www.pckurd.net
http://www.ferheng.org
http://www.kuopenoffice.org
|
|
|
|
|
|
Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn