Hezîran 26, 2008

Li Kurdistanê giyanewerekê nû hate dîtin

Ji HAWAR DENGÛBAS

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon

 

 
Serokê tîmekê ser bi kompanya lêgeriyan û aşkira kirina Petrolê li Kurdistanê di demê karê xwe da giyanewerekê mezin û entîke bo cara yekê li Herêma Kurdistanê li devera bi cêlê nêzîkî qeza Akrê dît, ev giyanewere ji curê xişoke û heta nuke ne hatiye tomarkirin li Êraqê li dur babetî Doktor Îzet Yusif Serokê pişka giyanewera li kolêja zanistî ya zankoya Dihok ragihand kêşa vî giyanewerî kêşeka ne asayiye û dirêjahiya wî digihîte 4 metra û serê wî 50 cm.

Dîsan got em neşên çi navên zanistî danîne ser vî giyanewerê xişok û divêt zanayên taybetmend divê biyavî da vê biryarê biden û daxwaz kir piştî bi vî babetî bihête kirin u vekolîn li dur çewaniya hebuna giyanewerekê xişok li Herêma Kurdistanê û kawdanên siruştî yên jîngeha wî û giringî pêdan bi damezrandina tîmeka taybet ya ser bi sîstemê jîngeha vî giyanewerî divêt dezgehên zêrevanî û dûvdaçûnê bo wergirtinê û bidest ve înana pêzanîna zanistî yên girêdayî bi jiyan û reftarên vî giyanewerê xişok ve li ber dest bin.

Daxwaz ji layenên peywendîdar bi jîngeha Êraqê û Kurdistanê ve ji bo parastina giyanewerên kêm wêne ewên di navbera her demekî bo demekê peyda dibin eger bi bizaveka fermî û karîger nebît çêdibît rolê dezgehên jîngehê sernegirin û dibê mifa bin.


 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 

 

LÊGERÎN