Hate dîyar kirin ku ava tirîyê bi qasê şerabê ne be jî bo
dilê mirovan bifeyde ye.
Li gor lêkolîneke zanyarên Frensî ku di pêşengîya Valeriea
Schini-Kerth, de pêk hatiye û di kovara Cardiovascular
Research (Lêkolînên Kardiyovaskuler) de hatiye weşandin ava
tirîyê bi qasê şerabê ne be jî bo dilê mirovan bifeyde ye.
Lêkolînerên Zaningeha Strasbourg Louis Pasteur dîyar kirin
ku ew ava tirîya reş(concord) ceribandine.
Şerabe sor û hin cûreyên tirîyan xwedî polifenol û
resveratrolê ne ku proteîneka ku dibin sedema nexweşîyên
kardiyovaskuler dide sekinandin.
Schini-Kerth, dîyar kir ku her ava tirîyê ne xwedî heman
taybetmendîyê ne.
Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn