Adar 07, 2008

Teklîfa Microsoftê bo Yahoo cîhana înternet û aborîyê tevlîhev kir

Ji HAWAR DENGÛBAS

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon

 

 
Teklîfa Microsoft bi kirîna Yahoo li hemû cîhanê gelek deng veda. Nîqaş, bandor û spekulasyonên ser pêşniyara Microsoftê hê jî dewam dike. Bi taybetî piştî pêşniyara Microfstê borsaya Emerîka demekÎ dirêj bû dadiket ber bi bilind bûnê ve çû her wiha hîsseyên Googelê jî daket.

Hefteyeke berê Microsoft pêşniyara kirîna Yahoo.com bi 44 milyar û 600 milyon dolarî kir. Tê diyar kirin ku ev nirx ji nirxa esasî ya Yahoo yê 2 qatî zêdetir e.


Bi qasî 18 mehan e ku Microsoft dixwaze Yahoo.com bikire. Roja înê ya borî Microsoftê pêşniyara xwe ji Yahoo re kir; 44 milyar û 600 milyon dolar teklîf kir.

Lê Yahoo bi Google re kete têkiliyê ji bo hevkariya hev bikin, da ku teklîfa Microsoftê vala bimîne. Çavkaniyeke ku hay ji stratejiya Yahoo heye, da zanîn ku Yahoo ji bo bikaribe teklîfa Microsoftê paşve bide û qebûl neke, difikire ku bi Google rehevkariyê bike. Çavkanî dibêje ku Yahoo berî niha bi demeke dirêj bi Google re hevdîtin dabû destpêkirin, niha jî dikare wan hevdîtinan bidomîne.

Li gor du çavkaniyê cuda, Microsoftê serê para borsayê 31 dolar teklîfî Yahoo kiriye. Ev pêşniyar ji nirxê şîrketê kêmtir e. Microsoft bi armanca ku bikeve pêşiya Google, dixwaze raqîba xwe ya Yahoo bikire. Google li ser vê yekê kete rewşeke xerab. Parên borsayê yên şîrketa Google li ser vê yekê %9 qîmetê xwe winda kiri.


Wek tê zanîn ku Microsoft dixwaze desthilatiya Googlê di warê lêgerînê Înternetê de bişkîne.


 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

LÊGERÎN