Tebax 02, 2008

Bo rizgar kirina cîhanê plana 100 mehî

Ji HAWAR DENGÛBAS

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon

 

 
Komeke bi navê "Peymana Kesk a Nû" diyar kirin ku bo pêşî lê girtina guherîna demsalan a gihêştina asteke bi xeter tenê 100 meh heye û bo qeyranên enerjî û qirêj bûnê pêşniyaran pêşkeş dike.

Di nava pêşniyarên "Peymana Kesk a Nû" de pêşniyarên wekî;

- Divê giranî bo enerjiya tê nû kirin bê dayin û vegerindinê di bikaranînê bê pêkanîn
- Erkdarên xwazêyê divê were afiriandin
- Bo derbas bûna welatan a bo aboriya kesek divê fonên erzan bê dîtin
- Di navbera hawirparêz, sanayî, cotkarî û sendîkayan de hevpeymaniyeke nû were pêş xistin

Koma Peymana Kesk a Nû bo rizgar kirina cîhanê bernameyeke 100 mehî pêşniyar dikin û dibêjin ger planeke wisa neye pêk anîn wê guhûrina demsalan bigehêje asteke gelek xeter.

Germbûna giloverî
 
Ji ber zirarên gaz û sûtemenî û madeyên kîmyewî ku li Cîhanê bandora serayê pêk tîne û helîna qeşayîyan parsenga demsalan û germahîyê xera dibe.

Ev xera bûn dibe sedema zêdebûna germahîyan.Çend sal berê pisporan wisa texmîn dikirin ku derketina encamên xeter ya germbûna giloverî hîn di demên bê de pêk were.

Pirsgirêka herî mezin ya pêşaroja Cîhanê "germbûna giloverî" ji niha ve jiyana mirovan tehdît dike.

Lê guherînên demsalî wisa nîşan dide ku xeter ji texmînan nêzîktire. (HAWARKURDISTAN.com)


 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

LÊGERÎN