Gulan 29, 2007

Nexweşiya şekirê çawa derdikeve holê?

Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf ê Pankreas‘ê çêdibe.

Ji HAWAR DENGÛBAS

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon
 

Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf ê Pankreas‘ê çêdibe. Ev lûf hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin,tînin holê. Ev jî du şikil in.

Lûfên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf ‘ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laş de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf ‘ên stû, lûf ‘ên ser Gurçik‘an û.w.d.Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re „Însulîn“ tê gotin.

Nexweşiya şekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê.Erka hormona Însulînê ev e ku, şekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, şîr) li bêjingê xe, wan di laş de bişewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê,şewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexweşiya şekir. Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexweşiyên lûf ‘ên hormon û damaran jî heye. Wek:Lûfên hormon û damarên dil, aşik,kezeba reş û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexweşiya şekir peyde dibe. Di nexweşiya şekir de ji xeynî Pankreas‘ê,hinek lûf ‘ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, şekir baş naşewite û di laş de hinek nexweşiyên din jî dest pê dikin.Ji aliyê din, di peydebûna nexweşiya şekir de, hinek tiştên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. şekir û nişadir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de dişewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê şewatê de, şekir bi temamî dişewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laş de maddeyên bi zirar namînin.


Nexweşiya bingehîn a şekirê xwînê ye.Hinek mirov nexweşên şekir’in lê di mîza wan de şekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweşiya şekir nexweşiyek tevlihev e. Kifşbûn û ewlekariya vê nexweşiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram şekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram şekir peyde dibe. Lê di nexweşên şekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baş Însulînê nade. Di van nexweşan de bi zikê birçî,di xwîna wan de 0,15 – 0,30 şekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarn dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in şekir baş naşewite û
nakeve rewşa xwe a normal.


Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laş tije şekir dibe û jehriya şekir destpêdike.Însulîn dihêle ku şekir di laş de bişewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku,Însulîn şekirê zêde di laş de depo dike.Ev şekir di kezeba reş û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev şekir di rewşa xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn baş naxebite,laşê mirov nikare şekirên cîgir jî biafirîne.


Girîngiya vî tiştî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê şekir naşewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaşên ku, bi xwarinê re dikevin nav lêş, baş bi kar nayên. Rûn û tewaş jî işewitin û kaloriyê didin. Bi wê şewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava şekir neşewite û çêkirina Glîkojenê raweste,ev rûn û tewaş jî tam naşewitin û nahilin. Ji nîvşewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laş de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û
asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di laş de jehrî û bêhişketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.
 

 

 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

AGAHDARÎ

Agahdarî-Destê we de dokûmanên(gotar) zanistî bi zimanê Kurdî hebe hûn dikarin biweşînin.

 

LÊGERÎN