|
Nexweşxaneya çavan a Londonê, Moorfields, di meha
reşemiyê de operasyoneke taybet a genetîk pêk anî.
Steven Howard, ê ku 18 sal bûn bi şevî nedidît, niha
dikare derizên asfaltê jî bibîne.
Şaneyên xurîfî yên tîrêjwergir, berî bi mirinê ve diçûn
û bijîşkan hevyekên şaneyên ji paş retînaya çavên Howard
hatibûn hilberîn, xistibûn nava wan.
Şaneyên jîndar, ên nexweş bihêztir û sax kirin.
Projekt ji aliyê mînîsteriya tenduristiyê dihate
fînansekirin. Birêveberên lêkolînê destkeftiyên heyî bi
wêrekî û erênî nirxandin.
Ew di wê baweriyê de ne ku, di paşerojê de bi sed
hezaran nexweşên genetîk ên çavan dê bikaribîn bibînin.
Tê texmînkirin, her ji sê hezaran kes, xwedî nexweşiyeka
genetîk a retînayê ye. Li Kurdistanê hejmara wan
kêmtirîn e lê li Kurdistanê jî asta nexweşiyên mîkrobîk
zêdetirîn e
|
Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn