 |
| |
Li gor texmîna Federasyona Endustrîya Fonogram ya
Navneteweyî (The International Federation of the
Phonographic Industry-IFPI) ku firotina cîhanî ya mûzîkê
kontrol dike di sala 2010'an de ji % 25ê hemû firotinên
mûzîkê firotina ji mûzîkê yê dijîtal pêk bê.
Beramberî vê yekê raporên ku her sal IFPI diweşîne wisa
nîşan dide ku mûzîka dijital wê formata CD ji holê raneke.
DYE bazara herî mezin e
Di layeke din de jî firotinên mûzîka digital li gor 2005'an
di 2006'an hinek be jî daketîye.Bi giştÎ ji %80ê ev firotinê
li DYE pêk tê.
Her wiha li gor raporê daxistina mûzîka dijîtal li Japonyayê
herî zêde bo amûrên mobîl pêk tên.
Di mûzîka Kurdî bi mp3ên bêtelîf mafên hunermendan tê
binpêkirin
Ji ber ku li Kurdistanê bi rexistin bûyînek navendî nîne û
dezgehên kontrol kirinê nîne mûzîka dijital bi riya mp3'en
ne yasayî keda hunermendên Kurd tê talan kirin û guhdarên
Kurd jî di vî warî de zêde hestîyar nînin û CDyên orjînal
yên mûzîka Kurdî nakirin û derbeyek mezin li pêşketina
mûzîka Kurdî dixin.
Her wiha ji ber nebîyana dewleteke serbixwe ya Kurdistanê
îstatîstîkên mûzÎka Kurdî di raporên navnetweyî de nayê
daxîl kirin..
Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn