Adar 07, 2008

Mîmarê e-peyamê (e-posta) axivî: “Dema ev teknolojî bi pêş ket tiştekî weke “spam” ku dê çêbibe qet nefikirîbûm. 

Ji HAWAR DENGÛBAS

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon

 

 
Naveroka e-peyama ewil a hatiye şandin nayê bîra Ray Tomlinson. Lê dibêje ku di naveroka wê de tiştekî girîng tunebû. Her çi dibe bila bibe, di encamê de di sala 1971’an di êvareke zivistanê de, Tomlinson bi bernameya “Send Message” peyamek ku ji kompîtura cîranê xwe re metreyek dûr e şand, mizgîniya e-peyaman da. Rojê 3 milyar peyam Her ku çû e-peyam di cîhanê cihê xwe girt û bû platforma ragihandinê ya herî zêde tê bikaranîn.

 

Her wiha tê texmînkirin ku servîsa e-peyaman a Yahoo û Hotmailê li ser van navnîşanan rojê 3 milyar peyam têne şandin. Bi pêşketina e-peyaman re gefên e-peyamên spaman jî zêde bûn belkî di salê de tenê 52 saetên xwe em ji bo jêbirina wan xerc dikin. Çeka hin sûcdarên sîberê ya herî mezin e-peyam in û bi vê riyê bêhejmar zirarê didin însanan. Ray Tomlinson (69) ku di şîrketeke BBN Technologies de dixebite der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Berê hejmara însanên ku e-peyam bi kar dianîn di navbera 500 û hezar kesî de bûn.

Heke ji were spam dihat, bi hêsanî dikarîbûn ji aliyê kê hatiye şandin bizanibin.” Tomlinson, der barê vê mijarê de xwe sûcdar hîs nake û wiha dibêje: “Spam bi rastî jî pirsgirêkek e, lê wê demê min nizanîbû dê talûkeyeke wisa derkeve holê. Niha e-peyam bûye navgînek, hin kes bi awayekî baş û hin kes jî bi awayekî nebaş bi kar tînin. Heke hûn bi kompîturekê bixwazin vîrus belavî cîhanê bikin, e-peyam ji bo vê yekê navgîneke gelekî muhîm e.”

Bi hejmaran e-peyam


170 milyar: Hejmara e-peyaman ku rojê li tevahiya cîhanê tê şandin.

 2 milyon: Hejmara e-peyaman ku her saniye tê şandin.

49 deqîqe: Di ofîsekê de rojê dema ku ji bo e-peyaman tê buhurandin. 3

0-40: Hejmara kesên ku dixebitin, di saetekê de e-peyamên xwe kontrol dikin.


 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

LÊGERÎN