28 Hezîran, 2007

Kesên ku bi awayekî pasîf cixarê dikşînin jî nexweş dikevin

Rêxistina tenduristiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, ji ber rojê careke din bang kir, ku li kargeh û li deverên din ên resmî cixare bê qedexekirin.

ZANISTUTEKNOLOJI.com

  Binivsîne
  •  
smaller text tool icon medium text tool icon larger text tool icon
 

Rêxistina tenduristiyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, ji ber rojê careke din bang kir, ku li kargeh û li deverên din ên resmî cixare bê qedexekirin.

Li gorî rêxistinê, tevî pêşîgirtina li tutunê mumkune jî, nexweşiyên ku ji ber wê derdikevin, gelek in.

 

 Rêxistina Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî bal kişand ser kesên ku bi awayekî pasîf cixarê dikşînin û her sal 200 hezar xebatkar ji ber dûmana cixarê ya li ser kar nexweş dikevin û dimrin.


Li gorî rapora hatiye eşkerekirin, eger bikaranîna cixarê bi vî awayî dewam bike, di roja me ya îro de nîvê kesên ku cixarê dikşînin yanê 650 miliyon kes wê ji ber sedemên cixarê bimirin. Ji ber vê yekê rêxisitnê xwest, ku li kargeh û deverên din ên fermî û yên girtî, bikaranîna berhemên tutunê bên qedexekirin.

Di rewşa niha de, li welatên Ewrûpayê yên mîna Fransa, Spanya, Îrlanda û Portekîzê li restoranan-jî cixare qedexe ye. Fînlandiya û Îngilistan jî xwe amade dikin heman pêkanînê bi cih bînin.

 

 

 

Beyî nûçe û nivîsên ku ji weşanên din hatine veguheztin û çavkanî hatiyê nîşan dan, hemû mafên nûçe û nivîsan ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com e.Beyî destûr naye bikaranîn

 

 

AGAHDARÎ

Agahdarî-Destê we de dokûmanên(gotar) zanistî bi zimanê Kurdî hebe hûn dikarin biweşînin.

 

LÊGERÎN